• Wednesday, 11 February 2026
logo

HAK-PAR: Yekîtiya Neteweyî dikare li ser daxwaz û nirxên neteweyî pêkwere

Gulan Media December 20, 2019 Nûçe
HAK-PAR: Yekîtiya Neteweyî dikare li ser daxwaz û nirxên neteweyî pêkwere
Şandeke ji rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê û partiyên Kurd ku hevkarên HDPê ne, radigihînin ku ew hewla pêk hatina kongreya neteweyî didin û bi vê mebestê jî dan û sitendinan dikin. Partiyên Kurdistanî ku di nav şandê de cîh nagirin jî radigihînin ku ew jî dilxwaz û piştgirên pêkhatina yekitiya Kurda ne, lê divê bingeha yekitiyê li ser maf û nirxên Kurd û Kurdistanê be.

Yekitiya neteweyî û pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurdistan, her di rojeva siyasî ya Kurdan de ye. Lê rêxistin û aliyên siyasî, ji wê yekîtiyê çi çaverê dikin û li ser zemînekî çewa dikare pêk were ciyê gengeşiyê ne. Herî dawî bi şandeka ji HDP'ê û rêxistinên hevkarê wê pêk hatî, yekîtiya neteweyî ya Kurd anîn rojevê û serdanan dikin.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê Latîf Epozdemir, da zanîn ku pek hatina yekitiya neteweyî û pêk hatina kongreya neteweyî, dikare bi aliyên xwedî bernameyên ku li ser nirxên neteweya Kurd hatibin rêxistin pêk were û siyaset û aliyên ku li ser Al û daxwazên neteweya Kurd gengeşiyan dikin re, ew nikarin hev karî bikin û wan dilsoz jî nabînin.

Latîf Epozdemîr, serokê giştî yê HAK-PARê got:"Heger hêzek, partîyek yan jî grubek, bi bedena xwe Kurd be jî, lê ger ku ne dilxwazê serxwebûna Kurdistanê be, li dijî ava kirina Kurdistanê be, li dijî Ala Kurdistanê be û wê alê înkar bike, bibêje netewe dewlet paşverûyî ye û li ser wê ferasê be, înkara tevgerên Kurdî û dîroka Kurdistanê bike û ew projeyên ku li ser bernameyeke milî nehatibe ava kirin, baş e heqê wan heye ku behsa yekîtiya milî bikin."

Kesayet, partî û saziyên Kurd, ji bo bidestxistin, parastin û bi pêşxistina mafên neteweyî, yekîtiyê girîng dinirxînin, lê armanc û xebatên neteweyî jî wek bingeh destnîşan dikin.

Çavdêrê siyasî Tahsîn Sever jî, radigihîne ku li hev kirin an jî yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan tiştekî girîng e û yekîtiya neteweyî jî bi bername û bingeheke neteweyî dikare pêk were û daxwaziyen aliyan bi bernameyên xwe çi be dikarin di wan çarçoveyan de yekîtiyan jî bikin.

Tahsîn Sever, çavdêrê siyasî, dibêje:"Wek mînaq ger ku li Tirkiyeyê, Iraqê û li Sûriyeyê pêkanîna demokrasiyê armanca sereke be ji bo te, ji te ra yekîtiyeke neteweyî pêwist nake, bo te ya girîng yekîtiyeke demokratîk e. Yanî rast e, ne rast e, ez gengeşiya wê nakim. Yanî bi raya min, aramanc û xebat divê lihevkirî be."

Siyasetmedar û çavdêrên siyasî radigihînin ku bi daxwaza gelê Kurd, pêk hatina yekîtiya neteweyî pêwistiyekiye û dema ku ew daxwaz dilsoz û ji bo armancên neteweyî be, pêkhatina yekîtî jî dê hêsantir pêk were.

Top