CHP amadekariyan dike ku di raporta Kurd de cih bide statuya zimanê Kurdî
Opozîsyona sereke ya Tirkiyeyê Partiya Komarî Ya Gel CHP di meha Nîsanê de kongreya xwe ya giştî li dar dixe û beriya vê yekê jî xebatên xwe didomîne. CHP amadekariyan dike ku gelek rêveberiyên xwe yên Bakurê Kurdistanê bide guhertin û raportek derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de amade bike. CHPyî dibêjin dê CHP raportek gorî raportên rabirduyê wêrektir amade bike. Serokê CHPê Yê Şaxa Diyarbekir ê berê Şerîf Dogrû dibêje guherînên di nava CHPê de dê pirranî di nava kadroyên CHPê yên Bakurê Kurdistanê de rû bidin û dê bo çareseriya pirsgirêka Kurd perspektîfek rasteqîn were şopandin.
Mehmet Şerîf Dogrû, serokê CHPê yê Şaxa Diyarbekir ê berê, dibêje:"CHP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derbarê rewşa herêma me de raporan ji me dixwaze. Qasî ku ez dibinim dê di raporê de tiştên mezin hebin. Ev raport jî dê paşê ji raya giştî re were aşkerekirin."
Derbarê çareseriya pirgirêka Kurd de CHP ji ber ku bi rabirduya xwe re rû bi rû nebuye ji aliyê şîrovekarên Kurd ve wek partiyek çavkaniya çareseriyê nayê dîtin û bo vê yekê gavên berceste ji CHPê tê xwestin. Şîrovekarê nêzîkî CHPê Şêhmus Daghan dibêje dê CHP di raporta xwe ya nû de bersiva hêviyan di warê zimanê Kurdî de bide.
Şehmus Daghan, şîrovekar, dibêje:"Bi ya min tişta girîng ne nivîsîna raporê ye, ya girîng ew e ku raporê de çi heye, rapor behsa çi dike. Divê raport pirsgirêka Kurd bi awayeke objektif analiz bike. Divê behsa zimanê dayîkê û perwerdeyê bike. Ez vê dixwazim."
Şîrovekar balê dikêşin bi hilbijartina Stenbolê ji ber Ekrem Îmamoglû di nava Kurdan de sempatiyek bo CHPê peyda bibû lê bi avakirina partiyên nû dibe ku ew sempati ber bi partiyên nû ve biçe û ji ber vê yekê jî CHP di raporta Kurd a nû de dê gavên wêrektir biavêje da ku piştgiriya Kurdan winda neke.
Basnews
