• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serbixwexwaz li Kerkûk û Katalonya rastî lêdan û girtinê tên

Gulan Media December 19, 2019 Nûçe
Serbixwexwaz li Kerkûk û Katalonya rastî lêdan û girtinê tên
Serbixwexwazên herêma Kurdistanê li Iraq û herêma Katalonya ya Îspanya ji ber wan daxwazên xwe berdewamin û ji ber wê jî li Kerkûk û Katalonyayê rastî girtin û lêdanê tên.

Şeva borî 18.12.2019ê piştî temambûna lîstoka navbera tîma Barcelona û Real Madrîdê, ku li Nu Camp a qada Barcelona ye pêkhat û li hember alîgirên Barcelonayê polîs tundî bikaranî.

Polîsê federal ê Îspanyayê bi tundî li dijî alîgirên Barcelonayê rawesta ku hemû serbixwexwazên herêma Katalanya ne û dixwazin ji Îspanyayê cuda bin. Ji ber wê jî 46 serbixwexwazên Katalonî birîndar bûn û 50 kesên din jî hatin girtin.

Ji aliyê din ve li bajarê Kerkûkê jî roja 17.12.2019ê, ku roja Al a Kurdistanê ye, hêzên ewlehiya Iraqê du ciwanên kurd ên serbixwexwaz bi tometa bilind kirina Al a Kurdistanê ve girtin.

Li gor destûra Iraqê Al a Kurdistanê, Al a fermi ya herêma Kurdistanê ye, lê hikûmet û hêzên ewlehiya Iraqê di çarçoveya vê rewşa neyasayî ya Kerkûkê de, ku piştî 16ê cotmeha 2017ê derketiye holê, berdewam dijatiya wê Al ê û hemû mafên gelê Kurdistanê dikin.

Basnews
Top