• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tirkiyê 371 hezar penaberên Sûrî vegerandine

Gulan Media December 19, 2019 Nûçe
Tirkiyê 371 hezar penaberên Sûrî vegerandine
Parêzgarê Stenbolê dibêje, heta niha ji Tirkiyê 371 hezar penaberên Sûrî vegeriyane û ji wan 50 hezar kes ji Stenbolê hatine şandin.

Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlîkaya da xuyakirin, li Stenbolê 557 hezar penaberên Sûrî bi moleta nişticihbûnê û 555 hezar jî bi parastina demkî hene ku bi giştî 1 milyon û 112 hezar kes in.

Da xuyakirin, heta niha ji Stenbolê 50 hezar û bi giştî 371 hezar penaber bi daxwaza xwe vegeriyane navçeyên xwe li Sûriyê û got, vegera penaberan, biqasî şerê dijî terorê girîng e.

Da zanîn, li gor tomarên Netewên Yekgirtî li cîhanê 258 milyon koçber hene û Tirkiye yekem welat e ku ji koçberiyê bibandor dibe ku li Tirkiyê nêzîkî 5 milyon penaber hene.

K24
Top