Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyê Sekreterê PDK-Sê kir
Duhî nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û Endamê Encûmena Rawêjkariyê ya PDK-Sê û berpirsê ragehandina navendî ya wê partîyê Ekerem Mela li nexweşxaneyeke Şamê koça dawiyê kiribû.
Peyama serxweşiyê ya Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Kak Siud Mela Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya pismamê we yê birêz, xwedê jêrazî Ekrem Seîd Mela gihîşt me. Serxweşiya xwe pêşkêşî we yên birêz û malbat û kesûkarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
18.12.2019
