• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ligel Balyoza Newzelandayê civiya

Gulan Media December 18, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî ligel Balyoza Newzelandayê civiya
Îro roja çarşemê 18/12/2019an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Balyoza nû ya Newzelandayê li Iraqê Tredene Dobsonê kir.

Di hevdîtinê da Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destibikaribûnê Tredene Dobsonê kir û hêviya serkeftinê di karên wê da xwast. Herweha herdû aliyan hevbîr bûn di warê bihêzkirina peywendîyan da

Herwiha Tredene Dobson spasiya Herêma Kurdistanê kir bo rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û wergirtina penaberan da. Herwiha Tredene Dobson behsa rola Newzelandayê ya di Hevpeymaniya Navdewletî ya di şerê li jî kir.

Derfetên veberhênana biyanî li Herêma Kurdistanê. proseya avadankirinê piştî şerê terorê, rewşa penaberan û çonetiya vegera wan bo ser mal û milkên xwe, geşedanên li Iraqê û herêmê jî çend mijarên civînê bûn.

Basnews
Top