• Wednesday, 11 February 2026
logo

Tirkiya rexne yên tund li Emerîka digre

Gulan Media December 18, 2019 Nûçe
Tirkiya rexne yên tund li Emerîka digre
Wezareta derve ya Tirkiyê rexneyên tund li biryara Civata Pîrên Emerîkayê digire derbarê sizdana Tirkiyê û radigehêne: Enqere bêdeng nabe.

Wezareta derve ya Tirkiyê ragehand: Sizayên Emerîkayê bo ser Tirkiyê, karekê dijminane ye û biryara civata Pîran binpîkirineke aşkera ya serwerîya Tirkiyê ye û bêrêzîye beranber bi Enqereyê.

Wezareta derve ya Trikiyê tekez jî dike: Enqere li beranber evê pêngava Emerîkayê bêdeng nabe û bersiva pêwîst di vî warî de dê hebe.

Li beranber kirrîna sîstema mûsekî ya S400 a Rûsiyayî ji alîyê Trikiyê ve, Civat Pîrên Emerîkayê, pirojeyasa ya sepandina sizayan bi ser Tirkiyê re pesind kir.
Top