Mezlûm Ebdê: Em amadene pêşwazîyê li tevahîya penaberên Sûriya bikin
Mezlûm Ebdê, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demukrat di daxuyanîyekê de bo Sikay Niyoz a Erebî raghand, Tirkiye sedema awarebûna bi milyonan hevwelatîyên Sûriya ye û ew bi xwe jî karta penaberan weke gef dijî welatên rojava bikar dihîne.
Ebdê eşkere kir, ew amadene tevahîya penaberên Sûriya yên li derve bihewînin heya çareseryek ji krîza Sûriyê re dihêt dîtin.
Fermandarê HSD got jî, hevahingyeke wan a rasterast li gel Rûsiayê û Hevpeymanîya Navdewletî heye. Heya neha jî ti danûstandinên fermî di navbera wan û hikumeta Sûriya de nehatîye pêkhînan. Li gor gotina wî, hêj hikumeta Sûriya xwe ji daxwazîyên wan dûr dike û li ser dîtna çareyên rasteqîne û demdrêj ne vekirîye.
K24
