Erdogan: Divê bi dahata petrola Sûriyê penaber li bakurê Sûriyê bên bicihkirin
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan Îro li Cenêvê di Lûtkeya Cîhanî ya Penaberan de bang li hêzên navdewletî kir, divê ew bi hev re petrola Sûriyê derbixin û bi dahat wê projeyên avakirina xaniyan, dibistanan, nexweşxaneyan û bicihkirina penaberan li navçeyên operasyonên Tirkiyê xerc bikin, lê ew ti bersivekê di vê derbarê de nabînin.
Amaje bi wê jî da, ne pêkan e pirsgirêka penaberan bê çareserkirin, heger ne bi riya rênimayên navdewletî be, herwiha mana penaberan li Tirkiyê jî ne çareya tekane ye.
Serokomarê Tirkiyê pêştir gelek caran ragihandibû, armanca wê ji operasyonên ser Rojavayê Kurdistanê ew e, 2 milyon penaberên Sûrî lê bicih bike.
Lê aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, armanca Tirkiyê ew e, demografiya Rojavayê Kurdistanê biguhêre.
Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, Serokê Sûriyê duhî di hevpeyvîneke telefizyonî de Tirkiye tometbar kiribû, ku destê wê di firotana petrola Sûriyê de heye.
K24
