• Wednesday, 11 February 2026
logo

Her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê dicivin

Gulan Media December 17, 2019 Nûçe
Her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê dicivin
Îro her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê divicin û rewş û dawî pêşhatên Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, Newzad Hadî ji Rûdawê re ragihand, îro Sêşemê hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê û Seroka Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê dicivin.

Di civînê de dê rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêşhatên herî dawî yên li Iraqê bêne gotûbêjkirin.

Civina her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê di demekî de ye , ku him xwepêşandan li Bexda û hin parêzgehên din ên Iraqê berdewam in û him jî aliyên siyasî di hewla wê yekê de ne ku serokwezîrekî nû ji bo Iraqê destnîşan bikin.

Li aliyekê din, Parlamentoya Kurdistanê xwendina yekem ji bo projeyasaya çaksaziya di mûçe û xanenişînî û dermale û îmtiyazan de kir û tê çaverêkirin, di civîna îro ya hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê de ev mijar jî bê gotûbêjkirin.

Rudaw
Top