• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mezlûm Kobanê: Helwesta herêma Kurdistanê cîhê rêzdariyê ye

Gulan Media December 17, 2019 Nûçe
Mezlûm Kobanê: Helwesta herêma Kurdistanê cîhê rêzdariyê ye
dibêje gelek hevkariya Rojavayê kirine
Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya demokratîk Mezlûm Kobanê ragihand ku operasiyon û êrîşên artêşa Tirkiye û cîhadiyan bo ser Rojavayê Kurdistanê berdewamin û Tirkiye hewlên xwe yên bo guhertina demografiya deverên dagîrkirî zêdetir kirine.

Mezlûm Kobanê eşkere kir ku, ew welatiyên Kurd yên ku ji deverên dagîrkirî derketibûn û niha dixwazên vegerin, ji aliyê Tirkiye û cîhadiyan ve rastî astengiyan tên û rê nadin ew vegerin ser malên xwe.

Mezlûm Kobanê derbarê rola herêma Kurdistanê de jî diyar kir ku herêma Kurdistanê çi weke hikûmet û çi jî weke xelk gelek hevkariya Rojavayê kirine û rola ku heta niha li hember Rojavayê Kurdistanê de lîstine cîhê rêzdariyê ye.

Nav hatî herwiha eşkere kir ku danûstandinên aliyên Kurdî bo yekdengiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî beş didomin.
Top