Ulric Shannon: Gelek kêfxweşim ku serdana Kurdistanê kiriye
Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya balyozê Kanadayê yê li Îraqê Ulric Shannon kir.
Di civînê de balyozê Kanadayê Ulric Shannon ragihand ku ev yekem care serdana Kurdistanê dike û li gel Serok Barzanî dicive, jiber vê yekê gelek kêfxweş û şerefmende.
Ulric Shannon di berdewamiya axaftinên xwe de ecîbmayî bûna xwe beramber aramiya heyî û rewşa aram ya Kurdistanê diyar kir û rola Serok Barzanî ya bo Serkirdatî kirina şerê ji nav birina DIŞIê bi roleke girîng wesif kir.
Shannon têkiliyên heyî yên di navbera Kanada û Kurdistanê bigiring wesif kir û ragihand ku hevkariyên Kanadayê yên ku di şerê dijî DIŞIê de pêşkêşî Kurdistanê kirine berdewam dibin û Kanada hêviya vê dike ku di tevahiya waran de têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bihêztir bike.
Serok Barzanî jî pîrozbayî li balyozê Kanadayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştîvaniya xwe jî ya bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Kanadayê diyar kir.
