• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel balyozê Brîtanyayê civiya

Gulan Media December 17, 2019 Nûçe
Serokê herêmê li gel balyozê Brîtanyayê civiya
Duhê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê û balyozê Brîtanyayê behsa rewşa giştî ya Îraqê, xwepîşandanên Îraqê û pêşeroja Îraqê kirin.

Di beşeke din di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hickey behsa metirsiyên dubare derketina terorîstên DIŞIê û hemahengiya navnetewî ya derbarê çawetiya rûbirûbûna terorê kirin.

Têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanya, rewşa Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê çend mijarên din yên vê civînê bûn.
Top