• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel Konsulusê nû yê Îranê civiya

Gulan Media December 16, 2019 Nûçe
Serokê herêmê li gel Konsulusê nû yê Îranê civiya
behsa têkiliyên navbera Îran û herêma Kurdistanê kirin
Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Îranê yê li Hewlêrê Nesrulah Reşnûdî kir û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî vî kir û hêviya serkeftinê jî re xwest.

Di civînê de behsa rewşa giştî ya deverê, rewşa Îraqê, xwepîşandanên Îraqê û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Îranê hate kirin.

Herwiha giftûgo li ser kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê û diyaloga heyî ya di navbera her du aliyan de ya bo çareser kirina kêşeyên heyî jî hate kirin.

Top