• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pêşmerge li Germiyanê li dijî DAIŞê operasyonek pêk anî

Gulan Media December 16, 2019 Nûçe
Pêşmerge li Germiyanê li dijî DAIŞê operasyonek pêk anî
Di encama lêgerîn û pişkinîna Hêzên Pêşmerge û Asayişa Germiyanê de li navçeya Guleco 10 kes hatin girtin û dest bi ser hejmareke çek û teqemeniyan de jî hat girtin.

Gumana wê yekê jî heye ku kesên hatine girtin eger çekdarên DAIŞê jî nebin, zaniyari dane DAIŞê, ku dem bi dem êrîşî ser xelkê û pêşmergeyan dikin.

Rêveberê Hêza Tevgerê ya Asayişa Germiyan, Casim Mihemed, dibêje, wan lêgerîn û pişkinîna xwe li hemû wê navçeyê pêkaniye ku hatibû destnîşankirin û amaje bi wê jî dike, diyar dike ku lêgerînên wan ên li wan cihên ku egera wê heye DAIŞ tê de be û cihê metirsiyê ne, dê berdewam bikin.

Di heyama du mehên derbasbûyî de, li navçeya Guleco, Şê Baba, Qereblax, Deke û çardora Xaneqîn, liv û tevgera çekdarên DAIŞê zêde bûye. Bi dehan malbatan ji ber wê metirsiya DAIŞê navçe bicî hiştiye û hêzên asayişa Germiyan û Pêşmerge, hewl didin aramiyê bo wê navçeyê vegerînin.

Hemwelatiyekî Ereb dibêje, “Pêşmerge nagihe vê derê, ji ber ku artêş (Iraq) hatiye vê derê, rewş weke xwe ye û DAIŞ tê û êriş dike û diçe, bi roj nînin û bi şevê tên, bi şev em bi xwe ewlehiya xwe digirin.”

Ew 10 kes ku hêzên asayişa Germiyanê desteser kirine, xwe weke cotkar nîşan dane li navçeya ku jê re tê gotin, ‘navçeya qedexekirî ya şer’ û herwiha guman tê kirin wan hevkariya DAIŞê kiribe û rêberiya wan bikin di wê dema ku plana êrişên bo ser Pêşmerge û hêzên asayişê daijînin. Ew kes niha li jêr lêkolîneke hûr a asayişê de ne.

Şêrko Hemesalih ku fermanderek e li lîwaya 5 a Şarezorê, dibêje, ew gumbarên ku hatine desteserkirin çek li gel wan hebûne û behsa wê jî dike ku DAIŞê niha taktîka xwe guhertiye ji ber hindê operasyonên wan dê li dijî DAIŞê berdewam bin.

Di wê lêgerîn û pişkinîna hêzên operasyonê yên asayişa Germiyanê û Kokis, lîwaya 5 a Şarezorê, lîwaya 16 û dezgeha îstîxbaretê beşdar bûn û zêdetir ji 10 cih jî bo danîna xalên nû destnîşan kirine.

Di dema operasyonê de, balefirên bê pîlot ên hevpeymaniya navdewletî jî ji ezmanan çavdêriya navçeyê dikirin.

Rudaw
Top