• Wednesday, 11 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Yûsif Qazî

Gulan Media December 16, 2019 Nûçe
Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Yûsif Qazî
dibêje nûçe min gelek xembar kir
Serok Barzanî bi helkefta koça dawî ya (Yûsif Qazî) pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbata Qazî û tevahiya nîştecihên bajarê Mehabadê kir.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata rêzdar Qazî li Mehabadê

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Kak Yûsif Qazî gihîşt me û em xemgîn kirin.

Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê li malbata we ya birêz û tevahiya hevalên Kak Yûsif û xelkê xweşdiviyê Mehabadê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikim rehmetî bi ceneta xwe şad bike û sebir û aramî jî bide tevahiya.

Mesûd Barzanî

16.12.2019

Top