Serokê herêmê li gel berpirsê nivîsgeha YE civiya
Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî kurt behsa rewşa herêma Kurdistanê û hewldanên aliyên siyasî yên bo pêk anîna hevpeymaniya firaksiyonên Kurdî li Bexdayê kir û balkêşande ser diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê.
Di berdewamiya civînê de jî şanda mêwan jiber hevkariya hikûmeta Kurdistanê ya bo çalakî û projeyên nivîsgeha YE li Kurdistanê û herwiha hevkarî kirina koçber û penaberan siyasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Giftûgo kirin li ser rewşa giştî ya deverê, xwepîşandanên Îraqê û rewşa deşta Nînowayê mijarêndin yên vê civînê bûn.
