Înfluenzayê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê canê 96 kesan girt
Berpirsê Rêveberiya Çavdêriya Navenda Kontrolkirina Nexweşiyên Ipedemîk li Wezareta Tendirusiya Îranê, Husên Irfanî diyar kir, hejmara qurbaniyên nexweşiya înflunzayê li Îranê bilind bûye û herî dawî hejmara kesên ku ji ber wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane, gihîştiye 96 kesan.
Irfanî da xuyakirin, di heftiya dawî de 15 kesan bi sedema nexweşiya înfluenzayê canê xwe ji dest dane.
Bi gotina wî rayedarê Wezareta Tendirustiya Îranê, pêla nexweşiya înfluenzayê li wî welatî ber bi kêmbûnê ve çûye û tekez kir, ew pêşbînî dikin, di navbera heftiyek an du heftiyan de ew nexweşî bê kontrolkirin.
Ew dema zêdetir ji du heftiyan e, pêleke nexweşiya înfluenzayê çendîn bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li xwe girtiye.
Ji ber ciddîbûna belavbûna wê nexweşiyê, li çendîn bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dibistan û xwandingeh bo dema çend rojan hatibûne girtin.
Rudaw
