Aliyên Rojava: Metirsiya li ser Rojavayê Kurdistanê bi dawî nehatiye
Niha hemû alî baş dibînin, danûstandin bi Rûsyayê re were kirin, ji ber ku ew welat dikare li ser hikûmeta Sûriyê ferz bike.
ENKSê jî wiha dibîne, ku hem danûsandin bi Rûsyayê re û hem jî Komîteya Nivîsandina destûr jî bi wan girîng e.
Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ku niha ne di nav ENKSê de û ne jî di nava Rêveberiya Xweser de ye, ji destpêka krîza Sûriyê ve û heta niha danûstandinan bi Şamê re ji her çareyeke din baştir dibîne.
Endamê polîtbîroya PDPKS, Ehmed Silêman ragihand: "Îro Cinêvê û Astana tiştek bi ser ne xistin ya baštir projaya Rûsya ku em kar bin vê tirsê ji miletê xwe dûrbixin."
ENKS ku beşek di danûstandinên Cinêvê de ye, danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re ji bo wan jî gaveke ne xirab e, nexasim eger Başûrê Kurdistanê wan han bide û aliyekî navdewletî jî bibe garantor.
Endamê ENKSê, Beşar Emîn jî dibêje: "Eger garntorekî navdewletî hebe û bi çavdêriya serok Barzanî em amade ne danûstandina bikin."
Partiyên di nav Rêveberiya Xweser de jî çavê wan li Cinêvê ye lê destê wan negihiştiyê, deriyên Şamê ji wan re vekirî ne, lê ne li gor qilafetê wan e. Ji bo wan Cinêv û Şam temamkirên hev in.
Sekerterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Mihemed Mûsa di vê bareyê de ji Rûdawê re got: "Mesleya navdewletî pirr giring e wezna me jî bêtir dibe lê nûneriyên Rêveberiya Xweser tên paşguhxistin."
Çavdêrên rewşa siyasî ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku ne tenê aliyê ku Kurd pê re danûstandinan bikin giring e, lê ya jê giringtir ew e ku Kurd bi şandeke yekgirtî û serbixwe van danûstandina bikin. Wê demê dê nûnertiya wan ji doza gelê Kurd re li Sûriyê rewa be û dengê wan bilindtir û bihêztir be da ku bi başî hikûmet û opozisyona Sûriyê, herwiha aliyên navdewletî bibihîzin.
Rudaw
