Amnesty: Li Îranê herî kêm 304 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin
Di daxuyaniyekê de, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ragihandiye, ku di dema xwepêşandanan de herî kêm 304 kes li Îranê hatine kuştin û gelek binpêkarî li dijî xwepêşanderan hatine kirin.
Amnesty International diyar jî kiriye, ku hikûmeta Îranê hewl dide hejmara rasteqîne ya xwepêşanderên ku hatine kuştin, veşêre.
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Amnesty daye xuyakirin ku bi hezaran xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin ku di nava wan de rojnamevan, çalakvan û xwendevan jî hene.
Amnesty herwiha daxwaz ji desthilata Îranê kiriye, ku bêyî merc kesên girtî azad bike û ji civaka navdewletî jî xwastiye ku guvaşên xwe li ser Îranê zêde bikin, ji ber ku bi hezaran kes di bin metirsiya îşkenceyê û mameleyên xirab de ne.
Heya niha hikûmeta Îranê di derberê amarên xwepêşandanan de ti zanyarî belav nekirine û li gorî axavtinên berpirsên Îranê, hejmara qurbaniyan ji rêjeya ku rêxistinên navdewletî behsa wê dikin, kêmtir e.
Ji bilî kesên ku di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin, bi hezaran kes ji xwepêşanderan jî hatine girtin. Parlamenterekî Îranê bo yekemîn car di 27ê Mijdara 2019 de hejmara kesên ku di xwepêşandanan de hatine desteserkirin, aşkere kiribû.
Endamê Komîteya Asayişa Netewî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê, Husên Neqewî Husênî ragihandiye, di xwepêşandanên wê dawiyê yên li Îranê de derdora 7 hezar kesan hatine desteserkirin.
Tevî wê yekê, hikûmeta Îranê bi fermî hejmara kuştî, birîndar û kesên desteserkirî di xwepêşandanan de aşkere nekiriye.
Roja 15ê Mijdarê piştî biryara zêdekirina bihayê benzînê li seranserê wî welatî, xelkê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weke nerazîbûn dest bi xwepêşandanên berfireh kiribûn.
Rudaw
