Dr. Sabîr Îsmaîl: Ewa ku ji destê Mesrûr Barzanî tê ji destê kesekî din nayê
Piştî ku pirojeqanûna reforman ya hikûmetê gihîşt parlementoyê Kurdistanê, medyaya girêdayî berpirsê îstixbarata YNKê Lahûr Cengî û kesên nêzîkî wî dest bi dijîtiya wê pilan û qanûnê kirine.
Yek ji wan kesan jî, parlementerê Gorranê li parlementoya Iraqê Hoşyar Ebdullah e. Ruxmî wê yekê ku Gorran piştevaniya wê pirojeqanûnê dike, Hoşyar Ebdullah bi tundî dijîtiya wê dike.
Endamê berê yê civata niştimanî ya Gorranê, Dr. Sabîr Îsmaîl ji BasNewsê re got, pirojeqanûna reforman ku niha li parlementoyê ye, yek ji pêngavên girîng yên hikûmeta niha ya Kurdistanê ye.
Dr. Sabîr Îsmaîl her wiha got, bi nêrîna min ew pirojeqanûn çi qasî zûtir ji aliyê parlementoyê ve were pesendkirin, ew qasî baştir e ji ber ku xelkê Kurdistanê ji mêj ve li benda wê ne.
Wî siyasetmedarê kurd anî ziman, kabîneya niha bi serokatiya Mesrûr Barzanî dê kabîneyeka serkeftî be û got, ji ber ku ewa ku ji destê kak Mesrûr tê ji destê kesekî din nayê.
Li ser helwesta wî parlementerê Gorranê jî, Dr. Sabîr Îsmaîl got, ew û yên mîna wî xeletiyekî mezin dikin ku dijîtiya wê pilana hikûmetê dikin. Mixabin ew bi zimanê ereban dijîtiya mafên gelê Kurdistanê dikin û tabloyeka kirêt nîşanî neyarên kurdan didin.
Wî endamê berê yê civata niştimanî ya Gorranê daxwaz ji Gorranê kir nehêlin ew parlementerê wan li ber çavên neyaran êrişî hikûmeta Kurdistanê bike. Ji ber ku ew bi wan reftarên xwe Kurdistanê lawaz dikin û Bexdayê bihêz dikin. Lê bixwe jî sivik dibin.
Basnews
