Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê: Îran terorê hinardeyî derve dike
Di Konferansa Doha ya Qeterê de, Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Steve Mnuchin got: “Li gor me rêkeftina etomî ya Îranê, rêkeftineke gelekî xirab e, ji ber qet nabe Îran bibe xwediyê çekên etomî. Nedibû tenê 10 sal bo Îranê bên danîn wek dema pêbendbûna bi rêkeftinê, lê divabû zêdetir bûya.”
Steve Mnuchin diyar kir ku hebûna çekên etomî metirsiyeke mezin bo navçeyê pêk tîne û welatên navçeyê û cîhanî jî han dide daku çekên etomî bidest bixin.
Mnuchin dibêje: “Em aramiya navçeyê dixwazin, Îranê teror hinardeyî derve kiriye û alozî bo welatên cîran çêkiriye. Lewra em tiştekî ji Îranê naxwazin ji xeynî gehiştina rêkeftinekê ku aramî û aştiya herêmî bi pey de bê û her dema Îran bo vê yekê amade bû, cezayên li ser tên rakirin.”
Rudaw
