Tirkiye: Balyozê Amerika vexwend, Wezareta Derve
Senatoya Amerîkayê, bûyerên sala 1915'ê yên kuştin û koçberkirina Ermeniyan, wek jenosayda Ermeniyan qebûl kir. Pejirandina projebiryarê ji hêla Tirkiyê ve rastî nerazîbûnê hat.
Wezareta Derve ya Tirkiyê, Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê David Satterfield vexwend wezaretê.
Komara Tirkiyê her çend, bi fermî sala 1923 hatibe damezrandin jî, bûyerên dema şerê cîhanê yê yekemîn wek qirkirinê qebûl nake.
K24
