• Thursday, 14 May 2026
logo

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve peykerê Şêrê Efrînê dizîn

Gulan Media December 14, 2019 Nûçe
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve peykerê Şêrê Efrînê dizîn
Peykerê Şêrê Efrînê ku peykerekî pir naskirî û dîrokî ye, ji aliyê grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve hate dizîn.

Piştî ku Efrîn ket destê grûpên çekdar û Tirkiyê, navçeya dîrokî ya Nebî Hurî û dehan cihên din yên dîrokî, hatine talankirin.

Li Efrînê ne tenê mirov têne revandin, talankirin û kuştin, belku asewarên wî bajarî jî têne dizin û jinavbirin.

Ev şêrê Efrînê li Eyin Dare, bi semoboleke wî bajarî dihate naskirin, diyar nemaye, grûpên çekdar dizîne û bi cihekî ne diyar birine.

Peykerê şêrê baziltî li navçeyeke girîng ya dîrokî bû, grûpên çekdar li navçeya Nebî Hûrî ku bi Sîros tê naskirin û tije asarên dîrokî ne, bi awayekî sîstematîk talan kirine. Li heman cihî bi awayekî heremekî jî dest bi kolandinê kirine.

Li gor zanyariyên taybet yên Rûdawê li Efrînê, proseya dizîn û talankirin û kolandina navçeya Nebî Hûrî ya dîrokî, li ber çavê artêşa Tirkiyê çêdibe.

Grûpên çekdar li cihên dîrokî, nahêlin ti kesek nêzîk bibe, dîroka van asewaran vedigere 280 salên berî zayinê û ji aliyê netewên yekbûyî ve, bi navçeyeke girîng ya dîrokî tê naskirin.

Ne tenê li vî cihî dîrokî, asewarên Efrînê hatine dizîn û têkbirin, belku grûpa bi nav Sultan Murad ku pirnaiya endamên wê Turkumenên sûrî ne û girêdayî Tirkiyê ne, li gundên Bîbaka, Quşa, yên ser bi Biliblê ve, bi amûrên mezin, yên weke bagir, tirêx dest bi proseyên kolandina asewaran kirin û bo vê mebestê jî hejmareke zêde ji darên zeytûnê birîn.

Efrîn, bajarê Zeytûn û asewarên kevinar, bi hemû cûran tê talankirin û têkbirin. Tevî ku bi dehan rêxistinên navdewletî û xwechî van hemû binpêkirinan bi dekomênt kirine, lê heta niha jî sînorek ji kiryarên grûpên çekdar ve hatiye dayin û opozîsyona Sûriyê jî berdewam îdîa dike, ku li wan navçeyan ti binpêkirinek nehatiye kirin.

Rudaw
Top