Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Boris Johnson kir
Nêçîrvan Barzanî peyama xwe de nivîsan: ‘’Birêz serokê Partiya Parêzgaran û serokwezîr Boris Johnson, bi germî pîrozbahî li we dikim bo wê serkeftina mezin a we û partiya we, ku Partiya Parêzgaran a Brîtanyayê di helbijartinên Parlamentoyê de serkeftinek mezin bidest xist. Hêviya serkeftinê bo we û partiya we dixwazim.
Serokê herêma Kurdistanê peyama xwe de got: ‘’Ev serkeftina mezin û bidest xistina baweriya gelê Brîtanyayê, nîşana bawerî û piştevaniya gelê we ye di rêveberî û nêrînên we û partiya we ya naha û bo pêşeroja Brîtanyayê. Em li herêma Kurdistanê bi rêz û pêzanîn ve li alîkarî û piştevaniyên Brîtanyayê bo gelê Kurdistanê dinêrin û bi kelecan ve dixwazin ev peyvendî pêşbikevin.’’
Basnews
