• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mazlûm Kobanî: Ev biryar dê dagîrkeriya li ser Rojava rawestîne

Gulan Media December 14, 2019 Nûçe
Mazlûm Kobanî: Ev biryar dê dagîrkeriya li ser Rojava rawestîne
Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî, ragihand, “Biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê, dê komkujiyên Tirkiyê yên li hember gelê Kurd û dagîrkeriya li ser Rojava rawestîne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, derbarê biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê ya ‘nasandina cînosayda’ Ermeniyan de, daxuyaniyek belav kir.

General Mazlûm Kobanî li ser hesaba xwe ya Twîtterê, diyar kir ku ew biryara Encûmena Pîran a Amerîkayê peyameke zelal ku di sedsala 21an de, ‘kampanyayên cînosaydê’ bi ser nakevin û got, “Ev biryar, dê komkujiyên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd û dagîrkeriya li ser Rojava rawestîne.

Encûmena Pîran a Amerîkayê, roja 12ê vê mehê, bi şêweyekî fermî îtîraf bi cînosayda Ermeniyan kir ku di heyama şerê cîhanê yê yekem de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatibû encamdan.

Rob Menendez, endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmen Pîran a Amerîkayê jî ragihandibû, “Me deng bi cînosayda Ermeniyan da û ev jî karekî rast e ku Encûmena Pîran a Amerîkayê kir û wateya vî karî ew e ku li ser rêya rast a dîrokî diçe.”

Ev pêngava Encûmena Pîran a Amerîkayê di demekêde ye ku roja Çarşemê jî Komîteya Peywendiyên Derve li Encûman Pîran a Amerîkayê, deng da bo sepandina siza bi ser Tirkiyê de, ev jî li beramber êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û kirîna sîstema moşekî ya S-400 a Rûsî ji aliyê wî welatî ve.

Rudaw
Top