• Wednesday, 11 February 2026
logo

Esper: Amerîka alîkariyên îstixbaratî pêşkêşî HSDê dike

Gulan Media December 14, 2019 Nûçe
Esper: Amerîka alîkariyên îstixbaratî pêşkêşî HSDê dike
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ragihand ku leşkerên Amerîkayê wê demê ji Sûriyê vedikişin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bikaribe bi ser DAIŞê de zal be.

Mark Esper di rûniştina li Komîsyona Xizmetên Çekdarî ya Kongresa Amerîkayê de li ser rewşa Sûriyê bersiva pirsên endamên Kongresê da. Esper, HSD wek hevbeşekî mezin ê şerê DAIŞê binav kir û got, piştgiriya esmanî û îstîxbaratî pêşkêşî wan dikin daku nehêlin careke din DAIŞ derkeve.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, dibêje, “Bi kurtî erkê me yê têkşikandina DAIŞê wek xwe maye, em bi hevbeşî ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser erdê şerê DAIŞê dikin, HSD hevbeşekî mezin bû di pêşkêşkirina hêza bejayî ya gelekî bi şiyan de, tişta em ji wan re dabîn dikin gihiştina armancan e, bi taybetî di hevkariya esmanî û îstîxbaratî de, ew tiştên em dibin hevkar di têkşikandina DAIŞê de, wextekî em dibînin DAIŞ serî hildide."

Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley ligel Mark Esper bû dema Komîsyona Xizmetên Çekdarî pirs ji wan dikirin. Milley da zanîn ku li ser derketina DAIŞê li Iraq û Sûriyê hişyarî daye û got: "Eger li ser piştîvanîkirina HSD û hêzên ewlekariyê yên Iraqê berdewam nebin, derketina DAIŞê dûr nabînin."

General Mark Milley, Serokerkanê Amerîkayê, diyar kir, “Ji bo em DAIŞê bighînin şikestineke yekcarî, ligel hevbeş û hevpeymanên xwe wek hêzên Iraqî û HSD li Sûriyê kar dikin, hebûna wan wiha dike bikaribin berdewam bin li ser wergirtina zanyariyên îstîxbaratî û şiyana bordûmankirina DAIŞê, bo wêya em berdewam bin li ser jinavbirina bermayên DAIŞê, eger em di vê de bişikin, DAIŞ serî hildide, rewş ber bi paş ve diçe, DAIŞ dubare derdikeve û şiyana wê heye bibe gef bo ser nevçeyê û berjewendiyên me."

Herdu berpirsên paye bilind ên Amerîkayê li Kongresê berevanî li destkeftên Donald Trum kirin, bi taybetî yên bi şerê dijî terorê ve girêdayî ne. Esper û Milley ragihandin ku Amerîka di şerê DAIŞê û rizgarkirina 7 milyon û 700 hezar kesên bin destê grûpên çekdar de serkeftî bûye. Her di wê rûniştinê de kuştina Ebû Bekir Bexdadî wek berdewamiya wê serkeftinê binav kirin.

Rudaw
Top