2 Kurd ji bo Parlementoya Brîtanya hatin hilbijartin
Di hilbijartinan de 3 hezar û 322 kandîd ji bo hilbijartina Parlementoyê ketin hevrikiyê. Di nav wan de, Nedîm Zehawî yê ji başûrê Kurdistanê ji Partiya Parêzgaran (Muhafazakar) û Feryal Clark resen ji bakurê Kurdistanê ji Partiya Karkeran (Labour) bo Parlementoyê hatin hilbijartin.
Zehawî di dema berê de jî, parlementerî kiribû û di nasandina doz a Kurd de xwedî rolek çalak e.
Kandîdên din ji bo Parlementoyê yên Kurd – Ibrahim Doguş û Kaweh Behiştîzade nekarîn bên hilbijartin.
K24
