Di êrişeke xwekujî de 7 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya emnî ya Iraqê ku bi ser Operasyonên Hevbeş a Iraqê ve ye, îro danê êvarî, xwekujek bi otomobîleke bombebarkirî, bo ser çekdarên lîwaya 313 ya Heşda Şeibî li Samara, êrişek encam daye ku di wê êrişê de 7 çekdar hatine kuştin û hejmareke çekdaran jî birîndar bûne.
Hevdem çavkaniyek ji Heşda Şeibî ragihand, ew 7 çekdarên ku hatine kuştin, xelkê Zîqar in.
Mihemed Xelef, Qaymeqamê Samara, ji Rûdawê re ragihand ku şeva derbasbûyî, xxwekujekê bi kembera bombekirî, xaleke serbazî ya hêzên Heşda Şeibî kiriye armanc û wî jî piştrast kir ku di wê êrişê de 7 çekdar hatine kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne.
Rudaw
