Davutoglu damezrandina partiya xwe ragihand
Ahmet Davutoglu li Hotêla Bilkentê ya li Enqere ya paytexta Tirkiyê konferanseke rojnamevanî saz kir û weke dihat çaverêkirin, bi awayekê fermî damezrandina partiya xwe ragihand û nav, logo û bernameya partiya xwe aşkere kir.
Davutolu got, navê partiya wî “Partiya Paşerojê” ye û tekez kir, “felsefeya bingehîn a siyaseta me girêdayîbûna bi azadiyê û parastina demokrasiya me ji bo nivşên nû ye.
