• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîr li gel Konsulus û Nunerên welatên biyanî civiya

Gulan Media December 12, 2019 Nûçe
Serokwezîr li gel Konsulus û Nunerên welatên biyanî civiya
behsa rewşa Kurdistan û deverê kirin
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulus û Nunerên welatên biyanî yên li Kurdistanê civiya û derbarê civînê de Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 11/12/2019 li gel Konsulus, Şander, Nuner û Dîplomatên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê civiyan.

Hevdem li gel behs kirin li ser guhertinên dawî yên li herêma Kurdistan û Îraqê, me balkêşande ser bernameya reforman ya hikûmeta herêma Kurdistanê û tekez li ser vê yekê kir ku kabîneya 9an kar li ser pir têşe kirina (pir cur) abûriya herêma Kurdistanê û geşe pêdana hêlbirînê di tewahiya waran de dike.

Herwiha me diyar kir ku armanca me rêkeftineke berfire û pir aliye li gel hikûmeta fedral, ku li gor berejwendiyên welatiyên herêma Kurdistan û Îraqê be.

Ji aliyê xwe ve amadebûyên civînê piştgîriya xwe bo herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge diyar kir û jiber vehevandin û mêwandarî kirina koçber û penaberan jî spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kirin.

Top