Li Bexdayê xwepêşanderan kesek darve kirin
Xwepêşander dibêjin ku wî kesî li ser banê malekê gule berdida xwepêşanderan û di encamê de hejmarek ji wan bûne qurbanî, xwepêşanderan wî desteser dikin û li meydana Wesbe bi dîrekeke trtafîkê ve darve kirin.
Gelek karvedanan li pey vê bûyerê rû dan, li gorî medya Iraqê mala kesê ku hatiye bidarvekirin li nêzîkî rêveberiya xanenşîkirinê li Kerix li Bexdayê dikeve û gelek senaryo li ser vê bûyerê belav bûne.
Berdevkê fermî yê fermandarê hêzên çekdar yê Iraqê Liwa Ebdulekerîm Xelef ragihand ku ew kesê ku hatiye kuştin, li gel xwepêşanderan beriya niha şerê devkî kiribû ku ew xwepêşander li pêşiya mala wî kom dibûn û ew ji wê yekê nerazî bû.
Ebdulekerîm Xelef got, ew kesê ku hatiye kuştin temenî wî 16 sal e û navê wî Heysem Elî Ismail e, şerê devkî di navbera wî û xwepêşanderan de çê bûye û piştre bû şer û wî jî gule berda xwepêşanderan û paşê xwepêşanderan jî mala wî bi molotofê şewitandin û êrîşî mala wî kirin û ew kuştin û piştre bi stûnê trafikê ve daliqandin.
Liwa Ebdulekerîm Xelef dibêje hêzên emnî destwerdan nekirin ji ber ku li benda fermanekê ji aliyê berpirs bûn û daxwaz kir ku hêzên ewlekariyê li derodoa qada Tehrîrê êdî dawiyê li wê rewşê bînin
Rudaw
