• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berpirsekî kurd: Di aloziyên Bexdayê de 7 kurd hatine kuştin

Gulan Media December 12, 2019 Nûçe
Berpirsekî kurd: Di aloziyên Bexdayê de 7 kurd hatine kuştin
Berpirsekî kurd ragihand, di aloziyên Bexdayê de heta niha 7 welatiyên kurd hatine kuştin.

Berpirsê liqa pênc ya PDKê li Bexdayê, Şivan Mihemed Taha ji BasNewsê re got, heta niha di alozî û xwepêşandanên Bexdayê de 7 kurd hatine kuştin ku yek ji wan jin bû û bi awayekî hovane hatibû kuştin.

Şivan Mihemed Taha her wiha got, tevahiya wan kurdan xelkê Bexdayê bûn. Gelek kurd jî birîndar bûne. Hinek ji wan niha li nexweşxanê tên dermankirin.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku rewşa Iraqê gelekî aloz bûye û got, di vê rewşê de daxwaziyên xwepêşanderan jî gelek zêde ne.

Basnews
Top