Serok Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê kir
Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê silavên Mîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed El Sebah bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistan û Kuweytê de kir.
Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê mijareke din a vê civînê bû.
K24
