• Wednesday, 11 February 2026
logo

Esper: Amerîka û hinek hevalbendên NATO, YPGê wek rêxistineke terorî nabînin

Gulan Media December 12, 2019 Nûçe
Esper: Amerîka û hinek hevalbendên NATO, YPGê wek rêxistineke terorî nabînin
Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku ew û hemareke hevalbendên NATO, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terorî nabînin. Esper got ku êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê bandoreke xirab li têkoşîna li dijî DAIŞê kiriye.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Mark Esper di rûniştina li Komîsyona Xizmetên Çekdarî yên Civata Nûneran de pirsên endamên Kongresê bersîvandin û dûrketina Tirkiyê ji mihwera NATOyê bi metirsîdar pênase kir. Divê em rêyeke bibînin ku Tirkiyev bê di nav hevpeyaniya NATOyê de. Tirkiye welateke girîng e, û nêzîkî 70 sala ye hevkarê me ye.”

Derbarê peywendiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de Mark Esper diyar kir ku 70 sal e hevkariya herdu welatan berdewam e, û got: “Di mijara Sûriye û Tirkiyê de mertirsiya min a herî mezin Rûsya û Tirkiye ye. Dûrketina Tirkiyê ji NATOyê metirsîdar e.

Mark Esper amaje bi wê yekê kir ku êrişa Tirkiye ya li ser Rojavayê Kurdistanê têkoşîna li hember DAIŞê aloztir kiriye, lê ew dê li ser armanca xwe ya tunekirina wê rêxistinê berdewam bin.

Esper li ser pirsekê da zanîn ku ew û Tirkîyê bo YPGê ji hev cuda difikirin û ji ber vê Tirkiye hin gavên NATO dereng dixe û zararê dide wê.

Derbarê mijarê de Esper wiha axivî: “Bi min bingeha cudafikirina me ji hev, ew e ku YPG rêxistineke terorî yê ya na. Li gor me û hinek hevalbendên NATO, YPGê ne rêxistineke terorî ye. Lê Tirkiyê wisa difikire. Ev fikra wê jî dibe hinek gavên NATOyê dereng bikevin û zararê dide wê.”

Di rûniştinê de hin endaman gotin ku “Amerîka li Kurdan îxanet kiriye” û biryara Trump a ser vekişandina leşkerên Amerîkî bi tundî rexne kirin.

Wan dan zanîn ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî biryara Trump, bo ketina Sûrîyê “wêrektir” bûye, Rûsya û hêzên rejîmê ketine cîhê Amerîka û pêgehên girîng ji dest Amerîka çûne.

Rudaw
Top