• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ji ber Rojava di navbera Tirkiye û Rûsyayê de gengeşe derket

Gulan Media December 11, 2019 Nûçe
Ji ber Rojava di navbera Tirkiye û Rûsyayê de gengeşe derket
Di Yekem roja civînên gera 14emîn ya Astana de, li bajarê Nûr Sultanyê Kazaxistanê, bi beşdariya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî, û welatên garantor yên Sûriyê, civînên du alî hatin encamdayîn. Hat zanîn ku di navbera şanda Rûsya û Tirkiyê mijara berfirehkirina navçeya aram a li Rojavayê Kurdistanê, bûye cihê gengeşiyan.

Paytexta Kazaxistanê ya bi navê xwe ya nû Nûr Sûltan 14mîn care mazûvaniya gotubêjên li ser qeyrana Sûrî dike. Îro jî roja Duyem ya Civînên Astana ye û dê hejmareke hevdîtinên din bêne encamdayîn.Ji ber ku her şandekî beşdarên Gera 14-an a Astanayê li otelekî bi cih bûne heta piştî nîvro jî, ciyê hevdîtinan diyar nebû.

Şanda hikumeta Sûrî bi serokatiya Beşar Ceferî beriya rojekî hatiye Nûr Sûltanê û danûstanên pêşwext jî li gel şandê Rûsyayê kiriye.

Piştî demekî aşkere bû ku hevdîtinên dûalî û sê alî li wê hotelê ku şandêrê sekreterê Giştî yê Neteweyên Yebûyî Gier Pederson lê dimîne, bi rêve diçin.

Herwiha eşkere bû ku di gotûbêjan de mijara berfirehkirina navçeya aram a li Rojavayê Kurdistanê ku li gorî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê hatiye sazkirin, bûye ciyê gengeşiyan di navbeyna şandeyên her du dewletên navborî.

Serokê Şanda Rûsyayê û nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê, Aleksandr Lavrentyev dibêje: “Diyaloga Kurdan bi Sûrî re mijareke gelekî dijwar e. Diyalog giran dimeşe. Gelek hûriyên cuda hene vê proseya diyalogê. Hêj zûye ku em bikaribin behsa encamekî bikin. Lê dîsa jî em dikarin hin xalên hevgihîştineke peyda bikin. Hewl bidin riyên telêbûna Hêzên Sûrî demokratîk li artêşa Sûrî de peyda bikin.''

Tevî ku hevdîtina aliyan li pişt deriyan bi giranî dimeşe, dem bi dem gengeşiyên Gier Pederson li gel nûnerên Rûsyayê derdikevin li dehlîzan jî.

Hat zanîn ku di mijara pevguhastina dîl û termên kuştiyan a di nabvbeyna hikumeta Sûrî û Opozîsyonê de, navbenkariya şandêrê Neteweyên Yekbûyî hin encamên erênî didin. Lê li ser mijarên pêşvebirina xebata Komîteya Destûrî û her weha li ser rewşa Îdlîb û bakûr û rojhilata Sûrî, encamên hevdîtin û gotûbêjên sêalî diyar ne bû.

Herçend ji pêşda hatibû ragihandin jî, yekemîn roja gotûbêjên şandeyên hikumeta Sûrî, opozîsyon û her sê dewletên garantor ên li gel şandêrê Neteweyên Yekbûyî, bêyî ku li ser encamên wan, daxuyanî bê dayîn, bi dawî hat.

Rudaw
Top