• Wednesday, 11 February 2026
logo

ROJAVA - Artêşa Sûriyê tevahiya rêya M-4 kontrol dike

Gulan Media December 11, 2019 Nûçe
ROJAVA - Artêşa Sûriyê tevahiya rêya M-4 kontrol dike
Fermandarê Artêşa Sûriyê li Hesekê, Lîwa Ehmed Şerîf Ehmed ji Rûdawê re ragihand, li gor rêkeftinekê Artêşa Sûriyê dê tevahiya rêya navdewletî ya M-4 li Rojavayê Krudistanê ku rêyeke stratejîk e, kontrol bike.

Lîwa Ehmed Şerîf Ehmed di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdaw re got: “Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi qasî 3 kîlometran ji rêya M-4 ber bi navçeyên sînorî ve vekişiyane û Artêşa Sûriyê cihê wan digr û dê tevahiya vê rêyê kontrol bike.”

Çavkaniyekî ji Rojavayê Kurdistanê jî ji Rûdawê re ragihand, vekişîna komên çekdar ên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve ji rêya M-4 di çarçoveya rêkeftineke navbera Rûsya û Tirkiyê de ye, ku di wan demên dawiyê de li ser wan navçeyan li hev kirine.

Rudaw
Top