Nav û logo û roja ragihandina partiya Davûtoglu eşkere bûn
Xebatên avakirina partiya nû ya serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu ber bi xilasbûnê ve diçin.
Li gorî agahiyan, nav û logo û roja ragihandina partiya Davûtoglu eşkere bûne.
Tê gotin ku navê partiyê “Partiya Jiyan û Edaletê” (YAP) e, logoya wê jî li ser zemînek reş du simbilên genim hatine danîn. Ew cihê ku serê simbilan digihên hev rojek hatiye danîn. Bi binê her simblekê ve jî taseka teraziyê hatine likandin.
Rojnamevan Ebdulqadir Sevlî, ku kesekî nêzîkî serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî, duh gotibû, Davûtoglu dê roja 13 vê mehê partiya xwe bi fermî ragihîne.
Ahmet Davûtoglu sala 1959 li bajarê Konya ji dayîk bûye. Zewicîye û çar zarokên wî hene.
Image result for Davutoglu parti ismi
Basnews
