Esed: Ez bi naçarî Erdogan re hevdîtin bikim jî ez dê ji wê keyfxweş nebim
Esed di hevpeyvîna xwe ya bo Rai24 Newsê ku di SANAyê jî hat belav kirin got, “Armanca min ne hestên min in, armanca min berjewendiyên Sûriyê ne. Lewra ji bo berjewendiyên me çi pêwîst bike ez dê bikim.”
Esed di hevpeyvînê li ser pirsa ‘Di demeke dirêj de hevdîtina bi Erdogan re pêkan e gelo?’ wiha bersivand: “Rojek ji rojan, eger ez bi rewşeke wiha re rû bi rû bimînim ez dê ji veya kêfxweş nebim. Ez dê ji hevkariya bi îslamîstên berjewendîxwaz re nefret bikim.”
Serokê Sûriyê Esed di hevpeyvîna xwe de herwiha dibêje, “Îslamîst ne misilman in. Ev çemkekî din e, çemkekî siyasî ye. Ez her tim dibêjim, ez ne bi hestên xwe tevdigerim, ez li gorî berjewendiyên Sûriyê tevdigerim. Lewra berjewendiyên me li ku bin, em ê li wir bin.
Esed ji ber tundûtujî û terora li Sûriyê Ewropa, Amerîka û Tirkiyê berpirsyar dîbîne: “Em bi pirseke hêsan destpê bikin: Kî bû sedema van pirsgirêkan? Ewqas penaber çima li Ewropayê ne. Pirseke hêsan e. Çimkî Ewropa piştgiriya terorê dike. Elbet Amerîka, Tirkiyê û yên din; lewra faktora sereke ya vê krîzê Ewropayê ev e. Tu çi bikî ew derdikeve pêşberî te.”
Basnews
