• Wednesday, 11 February 2026
logo

Konsolê giştî yê Rûsya: Em hewl didin pêwendiyên Hewlêr û Mosko bihêztir bikin

Gulan Media December 11, 2019 Nûçe
Konsolê giştî yê Rûsya: Em hewl didin pêwendiyên Hewlêr û Mosko bihêztir bikin
Konsolê giştî yê Rûsya li Herêma Kurdistanê ragihand, ew hewla bihêztirkirina pêwendiyên Hewlêr û Mosko dikin.

Malpera fermî ya PDKê ragihandiye, konsolê giştî yê Rûsya li Herêma Kurdistanê Olîg Vilademîr Lêvîn bi berpirsê pêwendiyên dîplomatîk yên PDKê Hoşyar Sîweylî re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de konsolê giştî yê Rûsya ragihand, Rûsya helwesta xwe li ser mafên gelê kurd eşkere kiriye û hewl dide tevahiya mafên gelê Kurdistanê bên misogerkirin.

Wî dîplomatê Rûs her wiha destnîşan kir ku pêwendiyên hikûmeta Kurdistanê û Rûsya di asteka bilind de ye û got, em hewl didin wan pêwendiyan bihêztir bikin.

Basnews
Top