Endamên Konfirêsê bo her gefeke ser Herêma Kurdistanê daxwaza helwêsta tund dikin
Herweha got: Bo evê armancê jî, wezaret û dezgehên peywendîdarên Emerîkayê hewil û şîyanên xwe bi başî amadekirîne pêngavên xwe yên dipêlomasî çir kirîne.
Ewa di wê civînê de hat têbînîkirin, piranîya endamên kongirêsê bi demokrat û komarîyan ve jî, li ser wê yekê kok bûn, ku Herêma Kurdistanê modîleke bihêze bo demokratîyê, bi hevre jîyanê, asayîş û avedanîyê. Kongirêsmanan daxwaz ji wezareta derve û berpirsên dosê ya Îraqê kirin, ku evê taybetmendîyê bi giringî ve raçav bikin û divê ew li beranber her gef û pîlanekê li dijî ezmûna serkevtîya wê Herêmê, helwêsta rasterast û tund hebe.
Di vî warî de, Cow Hud piştî civînê ragehand: Em Herêma Kurdistanê li deverê wek modîleke nimûne dibînîn , lew bi bawerîyeke mezin berdewam dibîn li piştîvanîkirina hikumeta Herêmê û xelkê Kurdistanê. Derbarê Îraqê bi giştî jî, em li gel deng û xwaztên gelê Îraqê ne, ku divê bi welatên wek Îranê re bêjin: Êdî bese û em tenê dixwazîn li gel hewe dost û hevsû bîn.
Hud di di berdewamîya axivtinê xwe de, bo Kurdistan24 got: Nabe fermandeya bala ya hêzên çedarên welatkî ji Qasim Silêmanî bipirse, Erê li ser kî berbijêrî razaî dibe daku bibe serok wezîr? Nekû tenê em, lê tevaya hevwelatîyên Îraqê û hemû civaka nêvdewletî evê yekê qebû nakin. Divê Îraq welatek serbixwebe û nebe qada pîlan û ecindayên ti alîyekî li ser hisaba serwerî û behayên mirovî.
K24
