PAK: Li cîhanê herî zêde mafên mirovî û netewî yên Kurdan tê binpêkirin
Roja 10ê Çileya Pêşîn a 1948an de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a ji 30 xalan pêkhatî, di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de hate pejirandin û ev roj weke Roja Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin.
PAKê bi helkefta Roja Mafên Mirovan a Cîhanê peyamek belav kir û tê de banga Netewên Yekbûyî û dewleten cîhanê dike ku “danezana mafên mirovan a cîhanê nicîh bînin.
Piştî rûxandina nazîzim ji bo ku mirovahî careke din tûşî rewşeke bi wî rengê nebe, Netewên Yekbûyî danezana mafên mirovan a cîhanê pesend kiribû.
PAK di daxuyaniya xwe de dibêje: “Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê, du Blok derketin holê. Bloka Rojava û Bloka Rojhilat. Mixabin herdu Blokan jî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji bo berjewendîyên xwe bikar anîn. Her Blokekê mafên mirovan binpê dikirin, lê li himberî binpê kirina mafê mirovan ya di bloka din de dibû parastvanê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan. Di eslê xwe de herdu Blokan jî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê dikirin. Bi taybetî jî di derbarê miletên bê dewlet de, her du blokan mafên mirovan, mafên miletan paşguh dikirin û xwedî lêdernediketin.
PAK dibêje: “Îro heger em behsa miletên ku mafên wî yê mirovî û netewî tê binpê kirin bikin, bêyî teredut, em dê bibînin ku miletê Kurd di rêza yekem de ye. Cihê mixabinî ye ku yekemîn saziya ku Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê binpê kiriye, pêwîstîyên wê bicîh neanîye û vê danezanê neşopandiye, dîsa Neteweyên Yekbûyî bixwe ye.
Di serî de xwişk û biryên me yên Kurdên Êzidî, lê hemû miletê Kurd li ber çavên Netewên Yekbûyî, tûşî êrîşên hovane yên DAIŞê bûn. Îro jî li ber çavên Netewên Yekbûyî, Miletê Kurd tûşî êrîşan, binpêkirinên mafên mirovî û netewî dibe.”
Di beşeke din a peyama xwe de PAK dipirsê, “ji bo zimanê Kurdî yê qedexekirî, ji bo maf û azadiyên neteweyî yên Kurdan ên binpêkirî, ji bo komkujî û qirkirinên ku li ser Kurdan hatine pêkanîn, ji bo îşkence û zindanîkirinan, ji bo mafên azadiya fikirandin û birêxistinkirinê yên binpêbûyî ên gelê Kurd, Neteweyên Yekbûyî heta nha çi kiriye?”
PAK di dawiya peyama xwe de dibêje: “Em di 71emîn salvegera pejirandina Roja Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên têkildarî wê û parêzvanên mafên mirovan dikin: Guh bidin qêrîna mirovî ya gelê Kurd ku ji 50 mîlyonî zêdetir in. Ji bo bicîhanîna mafên mirovî yên bingehîn ên gelê Kurd, ji bo bidestxistina mafên Kurdan ên ku di nav Danezana Gerdûnî ya Mefên Mirovan de hatine pênasekirin, em bang li we dikin ku demildest gavan biavêjin.
Herweha em bang li dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî dikin ku pêdiviyên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bicîh bînin.”
Rudaw
