• Wednesday, 11 February 2026
logo

Demîrtaş bo nexweşxaneyê hate veguhastin

Gulan Media December 10, 2019 Nûçe
Demîrtaş bo nexweşxaneyê hate veguhastin
Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di zîndanê de nexweş ket û bo nexweşxaneyê hate rakirin.

Selahattîn Demîrtaş bi hinceta êşa sîng û tengbûna henaseyê di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de bo Nexweşxaneya Fakûlteya Tib a Zanîngeha Tirakyayê hate rakirin.

Di derbarê mijarê de, HDPê jî daxûyaniyek belav kir û da zanîn ku dermankirina Demîrtaşî berdewam e û di vê çaçrçoveyê de bo nexweşxaneyê hatiye rakirin. Rewşa sexlemiya wî baş e û nûçeyên di derbarê sexlemiya wî de belav dibin, bêbingeh in û ji rastiyê dûr in.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ji zêdetir sê salan ne bi tohmeta endamtiya PKKê zindanî ye, hefteya bûrî nexweş ketibû.

K24
Top