• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hevserokên HDPê serdana Devlet Bahçelî kirin

Gulan Media December 9, 2019 Nûçe
Hevserokên HDPê serdana Devlet Bahçelî kirin
Hevserokê HDPê li parlamentoya Tirkiyê serdana Serokê MHPê Devlet Bahçelî kirin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, li parlamentoya Tirkiyê di dema birêveçûna gotûbêjên derbarê budceya 2020an a wî welatî de, serdana Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî kirin.

Hevserokên HDPê di wê serdana xwe de çend deqeyan li ser lingan sohbet li gel Dewlet Bahçelî kir û hêviyên xwe yên bo ‘selametî û çakbûnê’ pêşkêşî serokê MHPê kirin.

Piştî Hevserokên HDPê, berpirs û parlamenterên partiyên din jî serdana serokê MHPê kirin.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku bi dijberî û rexneyên xwe yên tund li hemberî Kurd û Kurdistanê tê naskirin, ev heyamek rewşa wî ya tendursitiyê têk çûye û piştî demekê bo cara yekem li rûniştina parlamentoya wî welatî amade bû.

Rudaw
Top