• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parlamenterekî Iraqê: Madem em li ser zilamekî rêknakevin, werin em jinekê helbijêrin

Gulan Media December 9, 2019 Nûçe
Parlamenterekî Iraqê: Madem em li ser zilamekî rêknakevin, werin em jinekê helbijêrin
Parlamenterekî Iraqê ragehand, madem Iraqî li ser zilamekî bo serokatiya hikûmetê rêknakevin, werin em jinekî hilbijêrin.

Parlamenterê Hevpeymaniya Hêzên Iraqê (Sunne) Ebdula Xerbît, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ji çapemeniya Iraqê re ragehand, gelek zehmete aliyên Iraqî di demekî nêzîk de bigehin rêkeftinê li ser diyar kirina serokwezîrê nû.’’

Ebdula Xerbît got, heta naha ya herî baş ew li ser namzed nîşandan jinekê ku bibe serokê hikûmeta Iraqê fikirandine. Ji ber aliyên Iraqê li ser diyar kirina zilamekî rêknakevin.

Heta naha di dîroka nêzîk sedsalê Iraqê de, ti jinekî peywirên bilind ên serokkomar, serokê parlamentoyê û serokê hikûmetê wernegirtine.

Basnews
Top