Li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin
Artêşa Tirkiyeyê belav kir ku îro danê sibê li Şirnexê bombeyeke vedayî bi karwaneke leşkerên wan re teqiyaye.
Li gor daxuyaniya artêşa Tirkiyeyê di encama teqînê de 2 leşker hatine kuştin û 7 leşkerên din jî birîndar bûne û birîna hijmarek ji wan leşkerên birîndar gelek xedare.
