• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hewldanekî PKKê bo ava kirina partiyekî nû li Şingalê aşkera dibe

Gulan Media December 8, 2019 Nûçe
Hewldanekî PKKê bo ava kirina partiyekî nû li Şingalê aşkera dibe
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kar bo wê yekê dike, di bin perdeyê partiyeke nû de li Şingalê kar bike, heman demê de behsa egera vekirina nûnertiya PKKê li Bexda ya paytexta Iraqê jî tê kirin.

Yek ji çalakvanên kurdên êzdî li sînorê Şingalê Amîr Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand, PKK dixwaze li Şingalê partiyekî nû ava bike û dixwaze nûnertiya xwe li Bexdayê veke. Ji ber ji aliyê encûmena asayîşa niştimaniya Iraqê piştevanî û alîkarî ji wan re tê kirin.

Berpirsê baskê 17 yê PDKê li Şingalê Qadir Qaçax jî ji BasNewsê re got, hîn babeta ava kirina partiyekî ji aliyê PKKê ve nehatiye ragehandin, lê ‘’Dibe hewldanek hebe ku nûnertiya PKKê li Bexdayê bê vekirin, bi taybet ewên li Şingalê ne dixwazin vekin, ji ber ser bi Heşdî Şeibî ne û kar bo wan dikin.’’

Herwaha diyar kir, ne dûre PKK partiyekî nû li Şingalê ava bike.

Endamê kurd li lijneya asayîş û berevaniyê li encûmena nûnerên Iraqê Dr. Nasir Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berê min raport li ser PKKê li Şingalê daye serokatiya Parlamentoyê, ku bo vekirina nûnertiya xwe li Bexdayê divê moleta partiyê wergirin, lê moleta wan li Bexdayê tine ye, ji ber wê jî hewldana wan sernakeve.’’

Basnews
Top