• Wednesday, 11 February 2026
logo

James Jeffrey: Em şanaziyê bi kurdan dikin

Gulan Media December 7, 2019 Nûçe
James Jeffrey: Em şanaziyê bi kurdan dikin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî dijî DAIŞê James Jeffrey piştî bi dawîbûna civînê di konferanseka rojnemevanî da axivîn. James Jeffrey aşkere kir ku ew şanaziyl bi kurdan dikin.

Beriya çend xulekan Serokwezîr Mesrûr Barzanî û James Jeffrey di konferanseka rojnemevanî da axivîn. Mesrûr Barzanî di konferansa rojnemevanî da ragihand ew bi serdana şanda Amerîka ya James Jeffrey bo Hewlêrê kêfxweş bûye. Herwiha Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku peywendiyên dîrokî di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê da hene.

James Jeffrey jî got:”Em şanaziyê bi kurdan dikin.” Herwiha Jeffrey da zanîn ku ew jî kêfexweşbûye ji wê civîna ligel Serokwezîr Barzanî û da zanîn ku hêvî dikin hemahengî û havkariya wan berdewam bikin.

Di berdewamiyê jî da James Jeffrey aşkere jî kir ku ew ê hevkariya wan ligel Herêma Kurdistanê berdewam bike.

K24
Top