• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Amerîka bi dostaniya dîrokî ya bi Herêma Kurdistanê re pabend e

Gulan Media December 7, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Amerîka bi dostaniya dîrokî ya bi Herêma Kurdistanê re pabend e
Piştî civîna di navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de James Jeffery de, herdu aliyan behsa naveroka civîna xwe kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Hikûmeta Amerîka pabend e bi dostaniya dîrokî ya bi Herêma Kurdistanê re.

Ji aliyê xwe ve James Jeffery got: “Xweşhal im bi hevrêyên xwe re Herêma Kurdistana Iraqê re bicivim. Şanaziyê bi qurbanîdana we li hember DAIŞê dikim. Hêvîdar im bi hevkarî û hevahengiya bi hev re berdewam bin, ne tenê li Iraqê, belkû li tevahiya navçeyê.”

Derbarê êrîşên DAIŞê yên vê dawiyê de, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de got: “Di civînê de bi amadebûna çend fermandaran, me behsa wê kir, hevkariyên me di şerê li dijî DAIŞê de berdewam dibin.”

K24
Top