• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nûnerê Hikûmeta herêmê li Bexdayê: Pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê li ser budceya 2020ê nema ye

Gulan Media December 7, 2019 Nûçe
Nûnerê Hikûmeta herêmê li Bexdayê: Pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê li ser budceya 2020ê nema ye
Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê radigehîne, pirsgirêka projeyasaya budceya sala 2020ê li navbera Hewlêrê û Bexdayê nemaye û pêwîst bû roja pênçşema borî proje bihata parlamentoyê.

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derbarê nerêkirina proje yasaya budceya Iraqê bo Parlamentoyê, biryar bû roja pêncşema heftiya borî proje çûba parlamentoya Iraqê, lê nehatiye rêkirin û sedem jî ne diyar e.’’

Herwaha got: ‘’Navbera Hewlêr û Bexdayê rêkeftina dawî li ser projeyê hatiye kirin û li encûmena wezîran jî hatiye pejirandin.’’

Faris Îsa got: ‘’Demekî nêzîk de hikûmeta Iraqê bo pejirandina projeyê dê projeyasayê rêbike bo encûmena nûnerên Iraqê.’’

Basnews
Top